17 January 2026 - 22:48
Wezareta Karên Derve ya Îranê xitabî G7ê: Dev ji destwerdana di karên navxweyî yên Îranê de berdin

Wezareta Karên Derve ya Îranê wek berteka li himber daxûyaniya civîna Wezîrên Karên Derve yên Koma 7ê xitabî van welatan ragehand: Dev ji destwerdana di karûbarên navxweyî yên Îranê de berdin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a navneteweyî ya Ehl-ul-beytê (s.x) – ABNA – Di beşeke daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îranê de hatiye, welatên G7ê, di bin bandora propagandeyên Amerîkayê û Rejîma Siyonîst de bi zanebûn vê rastiyê paşguh dikin ku kombûnên aştiyane yên gelê Îranê bi amadebûna rêxistinkirî ya terorîstan ên ku ji aliyê Rejîma Siyonîst ve hatine pergalkirin ji 8 heta 10ê Çillê  rastî şîdetê hat û di encamê de hejmareke zêde ji xwepêşanderan û hêzên beevanê ewlehîya bajêran ên  Îranê ketin ber êrişan û şehîd û birîndar bûn.

………..

Dawiya Peyam 

Your Comment

You are replying to: .
captcha